PeyamaKurd – Saziya Îstatîstikên Tirkiyê (TUÎK) "Encama Sîstema Serjimara Li Navnîşanê ya 2021ê" eşkere kir û diyar kir, serjimara Tirkiyê di sala 2021ê de, li gor sala beriya xwe milyonek û 65 hezar û 911 zêde bû û derket 84 milyon û 680 hezar û 273 kesan.
Li gor TUÎKê, ji sala 2020î pê ve serjimara Tirkiyê 83 milyon û 614 hezar û 362 bû, di sala 2021ê de serjimar milyonek û 65 hezar û 911 zêde bû û derket 84 milyon û 680 hezar û 273 kesan.
Rêjeya serjimara mêran ji sedî 50,01 (42 milyon û 428 hezar û 101 kes) serjimara jinan jî ji sedî 49,9 (42 milyon û 252 hezar û 172 kes) hat qeydkirin.
Leza zêdebûna serjimarê ya salane di sala 2020î de ji hezarî 5,5 bû, di sala 2021ê de zêde bû derket ji hezarî 12,7.
Di sala 2020î de rêjeya kesên li navenda bajar û navçeyan rûdinin ji sedî 93 bû ev di sala 2021ê da bû ji sedî 93,2.
Rêjeya kesên li bajarok û gundan dijîn jî ji sedî 7an daket ji sedî 6,8an.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin