PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê û herêmên jêr deshilata Rêveberiya Xweser, di 24 saetên borî de 304 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketin û 4 kesan jî can da.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand; 304 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine ku 57 kes li Hesekê, 137 kes li Qamişlo, 59 kes li Dêrikê, 4 kes li Rimêlan, 1 kes li Girkê Leqê, 17 kes li Dirbêsiyê, 2 kes li Kobanî, 24 kes li Reqayê, 3 kes li Minbicê ne.
Mistefa eşkere kir ku 4 kesan jiyana xwe ji dest daye û 5 kes jî baş bûne.
Bi van amarên dawî re hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê bi vîrûsa koronayê ketine gihîşt 10813 kesan, ya mirinan bû 396 kes û heta niha 1334 kes jî baş bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin