Li Hondurasê li ber balyozxana Amerîkayê lastîkan sewitandin

Li Hondurasê li ber balyozxana Amerîkayê lastîkan sewitandin

PeyamaKurd- Li welatê Hondurasê xwepêşandêr reformên teduristiyê û perwerdê protesto kirin. Lê di dema xwepêşandanê de, hinek xwepêşandêr li ber balyozxaneya Amerîkayê lastîkan şewitandin. Çend roje ku protestoyên mamoste û doktoran dewam dikin lê tevî têkiliyeka Amerîkayê bi mijara wan tine ye, şewitandina lastîkan bû sedema nerazîbûna balyozê Amerîkî.

Piştî ku lastîkan vêxistin, polîs yekser mudaxeleyê xwepêşandêran kirin û tîmên îtfaiyê agir vemerindin. Kes birîndar nebû an nemir.

Balyozê Amerîkayê yê li Hondurasê Chargé Heide Fulton, di ser hesabê xwe yê  Twitterê de ragihand ku bûyerên weha nayên qebûlkrin, temamê vîze û randevû hatine betalkirin, xizmetên bo hemwelatiyên Amerîkayê tên kirin bo çend rojan dane rawestandin û wê randevûyên nû nên dayîn. Eger tişteka ecele hebe, dê alîkariya hemwelatiyên Amerîkayê bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin