PeyamaKurd – Sekreterê PDK-Sê û Serokê Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dest ji kar berda û da zanîn, "Ez rastî komployeke xerab hatim."
Sekreterê PDK-S û di heman demê de Serokê Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Siûd Mela îro Şemiyê 4ê Adara 2023an bi daxuyaniyekê dest ji kar berda.
Weke tê zanîn, di çend rojên borî de vîdeoyeke Siûd Mela li ser torên civakî belav bibû û ev karvedaneke mezin li pey xwe anîbû.
Herwiha Siûd Mela piştî belavbûna wê vîdeoyê di daxuyaniyekê de eşkere kir, “Ez rastî komployeke xerab hatim ku ez wekî kes û xeta siyasî û rêbaza partiya me kiriye armanc. Ji bo parastina Partî, ENKS û cemawerê wan ez dest ji kar berdidim.”
Siûd Mela di berdewamiyê de got, “Ez ê wefadar bimînim bi partiya xwe ya ku min piraniya jiyana xwe tê de derbas kiriye û nêzîkatiya ku ez pê mezin bûme.”
Siûd Mela di 10ê Berfanbara 2017an de dema ku Sekreterê Giştî yê PDK-Sê bû di kongreya Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) de wek serok hat hilbijartin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin