PeyamaKurd – Sekreterê giştî yê NAYOyê Jens Stoltenberg wê bi fermî seredana Azerbaycan, Gurcistan û Ermenistanê bike. Stoltenberg, dê li Azerbeycanê bi serokê wê Îlham Aliyev re, bi wezîrê karên derve Ceyhun Bayramov û bi wezîrê bergiriyê orgeneral Zakir Hasanov re hevdîtinan bike.
Li Gurcistanê bi serokê wê Salome Zurabişvili û serokwezîr İrakli Kobakhidze re hevdîtinên duqolî bike û dawiyê li Ermenistanê wê bi serokkomar Vahagn Haçaturyan û serokwezîr Nikol Paşinyan re hevdîtinan bike.
Seredana Stoltenberg wê di navbera 17-19ê Adarê de be.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin