Ji ber ‘Çerxa Soresê’ xwendekarek hat sizadan û jê hat xwestin ku ‘Sirûda Îstîklalê’ bi destan binivîse

Ji ber ‘Çerxa Soresê’ xwendekarek hat sizadan û jê hat xwestin ku ‘Sirûda Îstîklalê’ bi destan binivîse

PeyamaKurd - Li bajarê Amedê dadgehekê Ji ber ku li  ‘Çerxa Şoreşê’ guhdar kiriye hat sizadan û jê hat xwestin ku ‘Sirûda Îstîklalê’ bi destan binivîse

Li wargeheka xwendekaran a Amedê xwendekar A.K. di 21’ê Çileya 2017’an de di telefona xwe de sirûda “Çerxa Şoreşê” vekir. Xwendekar K.K., A.K. hişyar kir û jê xwest ku sirûdê bigire. A.K. bi îdiaya ku derb li K.K daye doz lê hat vekirin. Danişîna dozê li 9’emîn Dadgeha Cizayê Asliyeyê hat dîtin. A.Kyê ku bi îdîaya “birîndarkirina hêsan” dihat darizandin xwe parast. A.K. got bi boneya xwe bi parêze kulmek li K.K. xistiye û xwest ji dozê bê beratkirin.

Dadger ji sûcê “birîndarkirina besîd” 8 meh cizayê girtîgehê li A.K. birî. Dadger cize daxist 6 meh û 20 rojan û biryara da ku hikum paşê were eşkerekirin. Dadger di çarçoveya xala 231/8 a CMK’ê de jî 5 sal biryara tedbîrê danî ser cezakirinê. Li gorî wê yekê divê heta 5 salan heman ceza neyê kirin û di kêliya bê kirin de ew dê bê sizadan.

Dadger ji ber ku li ‘Çerxa Şoreşê’ guhdar kiriye xwendekarek ciza kir û jê xwest ku ‘Sirûda Îstîklalê’ bi destan binivîse. Dadger di biryarê de xwest di meha ewil a dema kontrolê da bi destxeta xwe û bi awayê ku were xwendin sirûda  neteweyî ya Tirkîyê “Sirûda Îstîklalê” û helbesta “Şehîdên Çanakkaleyê” binivîse û bigîhîne dadgehê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin