PeyamaKurd – Li welatê Latîna Amerîkayê li Peru yê li bajarê Nazcayê balafira ku tûrîstan hildigirt ket û 7 kes mirin. Qeza nêzî balafirgeha Maria Reiche çêbû û li ser ketina balafirê tîmên îtfaiyê û gelek ambûlans çûn ciyê bûyerê.
Şîrketa xwediyê balafirê Aero Santos ragihand ku di balafirê de 2 pîlot û 5 tûrîst hebûne. Di derbarê nasnameya tûrîstan de ti agahî nehat dayîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin