PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Hecîya Kurd a bi navê Asya Elî, dema îbadeta xwe ya Hecê li Girê Erafê yê Mekkeyê bicih dianî, jiyana xwe ji dest da.
Dîsa jineke din a Kurd bi navê Raziye û ji Rojavayê Kurdistanê jî heciyê bi navê Hisên Hemîd li Mekkeyê dema ferza xwe ya Hecê dikirin jiyana xwe ji dest dan.
Hate zanîn ku Asya Elî ji navçeya Berdereşê ya parêzgeha Duhokê ye û dema ji Girê Erafê vedigere jiyana xwe ji dest dide.
Hêjayî gotinê ye, kesên li Mekkeyê dema hecê wefat dikin, li Goristana Şeraî ya Mekkeyê bi axê têne spartin.
Li gorî amarên Wezareta Ewqafê ya Herêma Kurdistanê îsal 4 hezar 685 hecîyên Herêma Kurdistanê ji bo îbadeta hecê çûne Erebistana Siûdî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin