PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Husên, di çarçoveya beşdariya civîna Hêzên Hevpeymana Navnetewî ya dijî rêxistina terorîst a DAIŞê, serdana Îtalya dike.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf diyar kir: ‘‘Fuad Husên îro 28.06.2021ê ji bo beşdarî civînê bibe gihîşte Romayê.’’
Ehmed Sehaf da zanîn, di cîvînê de guftûgo dê derbarê hewldanên hevbeş ên tekoşîna dijî DAIŞê de bên kirin.
Berî niha Wezareta Karên Derve ya Îtalyayê bi beyanameyekê eşkere kiribû, dê Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê û Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken serokatiya civînê bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin