Ukrayna: Rusyayê, 7 mosek havêtin Kramatorskê

Ukrayna: Rusyayê, 7 mosek havêtin Kramatorskê

PeyamaKurd- Serokê Îdareya Leşkerî ya herêma Donetskê yê Ukraynayê Pavlo Kirilenko ragihand ku artêşa Rusyayê, 7 moşek havêtine bajarê Kramatorskê.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Kirilenko ve li ser hesabê medyaya civakî hat ragihandin de hat diyarkirin ku li eniya Donetskê di çarçoveya şerê li dijî Rusyayê, li Ukraynayê de berdewam dikin.

Kirilenko, di daxuyaniya xwe de bal kişand ku hêzên Rusyayê bi moşekan êrişî bajarên Kramatorsk û Konstantînovka yên herêma Donetskê kirin û got,

"Piştî nîvê şevê, dijmin 7 êrîşên bi roketan li ser Kramatorskê û 2 êrîşên bi roketan li ser Konstantinovka pêk anîn. Li Kramatorskê saziyeke perwerdehiyê,  kargeheke pîşesaziyê û garajek û li Konstantinovka jî devereke pîşesaziyê zirar dîtine. Tiştê ku dil xweş dike, di van êrîşan de kuştî û birîndar çênebûne.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin