PeyamaKurd - 9 rêxistin û komelên mafên mirovan û yasayî rexne li rapora Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Efrînê kirin û xwestin NY Tirkiyê bi encamdana tawanên şer tawanbar bike. Di rapora wan 9 rêxistinan de tê gotin, "NY di rapora xwe de çavên xwe ji kiryarên artêşa Hikûmeta Tirkiyê û grûpên çekdar yên li Efrînê dikin girtiye. Pêwîst bû ew tawan jî bi tawanên cengê bihatina binavkirin."
Roja 11. 09. 2019an Komîteya Lêkolînê ya Netewên Yekbûyî raporek li ser rewşa mirovî û binpêkirinên li Sûriyê û rewşa Efrînê ragihandibû.
9 rêxistinên mirovî û yasayî yên Sûrî rexne li wê raporê kirin û diyar kirin ku gelek nakokî di raporê de hene û NY tawan û binpêkirinên mirovî yên li Efrînê dibin, bi navê wan a rast binav nake.
Wan 9 rêxistinên mirovî û yasayî yên Sûrî derbarê tawan û binpêkirinên li Efrînê dibin di raporekê de û diyar kir, rapora Neteweyên Yekbûyî tawanên li piraniya herêmên Sûriyê dibin bi tawanên cengê binav dike, lê wê çavên xwe ji kiryarên artêşa Hikûmeta Tirkiyê û grûpên çekdar yên li Efrînê dikin girtiye. Pêwîst bû ew tawan jî bi tawanên cengê bihatina binavkirin.
Ew 9 rêxistin amaje bi wê yekê dikin, Netewên Yekgirtî di raporta xwe de di bendekê de dibêje kontrola Tirkiyê ya temam li ser Efrînê nîn e, lê di bendeke din jî diyar kiriye, desthilatdarên Tirkiyê bi hemû movikên îdarî û cibicîkar kontrol dike û dadweran destnîşan dike û polîsa sivîl perwerde dike. Ev jî nakokiyek di raportê de ye.
Di beşeke din de ew 9 rêxistin dibêjin, NY çavê xwe li pêş guhartina demografî ya Tirkiye û grûpên çekdar li Efrînê dikin girtiye û rêjeya erebkirina Efrînê gihîştiye 75 ji sedî.
Herwiha ew rêxisbtin dibêjin, pêwîst e NY behsa rewşa zehmet ya koçber û derbiderên Efrînê yên li navçeyên Şehbayê dimînin bikira, ku hejmara wan digihe 200 hezar kesî û rêxistinên mirovî û hawarhatinê nagihin wan.
Ew 9 rêxistinên yasayî û mirovî tekez dikin, di hevdîtinên wan ên bi Komîta Lêkolînê ya Netewên Yekgirtî re, wan bi dehan dosyeyên bi wêne û vîdyo û daxuyaniyên serkirdeyên dagîrkeriya Tirkiyê belgekirî pêşkêşî wê komîtê kirine.
Rêxistinên ku rexne li raporta Komîteya Lêkolînê ya Neteweyên Yekbûyî dikin; Desteya Yasayî ya Kurdî, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, Komela Bervaniya li Gelên Bin Gefê de – Almanya, Rêxistina Mafên Mirovan li Sûriyê – MAF, Nevenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê, Dezgeha Êzdîna ya Çavdêrîkirina Binpêkirinan, Komîta Mafên Mirovan li Sûriyê – MAF, Komela Berevaniya li Mafên Mirovan li Nemsayê, Komela Hêvî ya Kurdî
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin