Li Kerkûkê qedexeya 5 rojan hat ragihandin

Li Kerkûkê qedexeya 5 rojan hat ragihandin

PeyamaKurd -  Li sînorên bajarê Kerkûkê bi sedema berdewama metirsiya belavbûna vîrusa koronayê, di rojên cejna Remezanê de ji bo 5 rojan qedexeya hatinûçûnê hat ragihandin. Qedexe roja Yekşemê ango 24ê Gulanê dest pê dike û heta roja Pêncşemê 28ê Gulanê berdewam dike.

Endamê Şaneya Krîzan a Parêzgeha Kerkûkê, Dilêr Semed ragihand, heta demjimêr 12ê şeva Şemiyê hatinûçûn li sînorê parêzgeha Kerkûkê asayî ye, lê di rojên cejnê de hatinûçûn bi tevahî hatiye qedexekirin.

Heta niha li Kerkûkê 72 kes bi vîrusa koronayê ketine, 59 kes baş bûne û 2 kesan jî can daye. 11 nexweş jî di bin çavdêriya pizîşkî de ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin