Li Afxanistanê êrîsa xwekujî: 8 mirî û 9 birîndar

Li Afxanistanê êrîsa xwekujî: 8 mirî û 9 birîndar

PeyamaKurd- Li Afxansitanê li bajarê Wardakê di dema konwoya leşkerî ya artêşa dewletê derbas dibû, kesekî endamê Talîbanê bi ereba xwe êrîşê rebeyên konwoyê kir û di encamê de 8 leşker hatin kuştin û 9 leşker jî birîndar bûn. Wezareta bergiriyê ya Afxanistanê qewimandinê weha ragihand:

“Êrîşkarê Talîbanê kamyona ku bombekirîbû êrîşê konwoya artêşa Afxanistanê kiriye.”

Talîbanê jî bûyerê girtiye ser xwe û mijarê weha ragihandiye:

“Konwoya komandoyê di dema ji bajarê Gazne dadigeriya, li navçeya Sayed Abadê li devera Şanizê ketiye ber êrîşa me û me wê kir hedefa xwe.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin