PeyamaKurd – Lêkolînerên Zanîngeha Johns Hopkins, nexşeyek amadekirin ku rojane û kêlî bi kêlî amarên belavbûna vîrusa koronayê bi awayekî zindî nîşan dide.
Di nexşeya online a ser înternetê tê şopandin de, hemû dane û amarên korona vîrusê li gorî welat û bajaran cî digirin û bi awayekî zindî rewşa dawî ya belavbûna korona vîrusê tê nîşandan.
Li gorî amarên dawî heta niha 213 kes ji korona vîrusê mirine û tedawiya 9 hezar û 776 kesan jî berdewam e.
Herwiha Rêxistina Navdewletî ya Tenduristiyê (WHO) jî piştî çend rojan ji bo korona vîrusa nû rewşa lezgîn li seranserê cîhanê ragihandiye.
Ji ser vê navnîşanê hûn dikarin nexşeya coronavirusê bibînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin