PeyamaKurd- Televîzyona Dewletê ya Suriyeyê ragihand ku Îsraîlê êrîşî balafirgehên Şam û Helebê kir. Li gorî agahiyên destpêkê, Suriyeyê bersiva êrîşan daye.
Li gorî agahiyên ji aliyê televîzyona dewletê ya Suriyeyê di bin sernavê ‘deqeya dawîn’ de hatin ragihandin; hat diyarkirin ku Îsraîlê du êrîşên asîmanî li dijî balafirgehên Şam û Helebê yên Suriyeyê kiriye.
Kanala medyaya xwecihî ya Şam FMê ragihand ku Hêzên Asîmanî yên Suriyeyê, bersiva herdu êrîşan jî daye.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ziyan li Balafirgeha Helebê çêbûye lê tu ziyanên canî çênebûne. Lê di derbarê êrîşa Balafirgeha Şamê de agahiyên ziyanî nehatin dayîn.
Duh, ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatibû ragihandin ku hêzên Suriyeyê gelek top havêtine Îsraîlê lê belê topên wan ên ku gihîştine ser xaka Îsraîlê, li qadên vekirî ketine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin