Ukrayna: Rusya, ji bo dagirkirina Bahmutê hewil dide

Ukrayna: Rusya, ji bo dagirkirina Bahmutê hewil dide

PeyamaKurd- Ji aliyê Sererkaniya Ukraynayê ve hat ragihandin ku artêşa Rusyayê, hewildanên xwe yên ji bo girtina bajarê Bahmutê berdewam dike.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku artêşa Rusyayê, xebatên xwe yên sereke yên li ser herêmên Liman, Bahmut, Avdiyivka, Marinka û Şahterskê giran kirine.

Hat ragihandin ku hêzên Rusyayê, di roja dawî de li ser binesaziya bajarê Slovyanskê ya herêma Donetskê êrîşên moşekî kirine û hat gotin ku "Dijmin 6 êrîşên asîmanî û 20 êrîşên pergalên moşekî kirine.”

Li gorî hat diyarkirin, leşkerên Rusyayê hewildanên xwe yên ji bo girtina bajarê Bahmutê di rêya Bahmutê de berdewam dikin û hat destnîşankirin ku artêşa Ukraynayê êrîşên Rusyayê yên li gundên Minkivka û Orihovo-Vasilyivka yên di van aliyan de pûç kirine.

Her wiha hat ragihandin ku bajarên Bohdanivka, Bahmut, Chasov Yar, Kurdyumivka, Drujba, Mayorsk û New York ên herêma Donetsk rastî êrîşan hatine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin