PeyamaKurd – Beşa karên derve ya Baregeha Geşepêdanê ya Îngîltere hişyariyê da welatiyên xwe da neçin bajarên Iraqê lê di çûna bajarên Herêma Kurdistanê de serbestin. Di daxwuyaniyê de hat gotin ku heya mecbûr nebin, bila neçin bajarên Iraqê lê bajarên Kurdistanê ne di nav wan de ne. Hat gotin ku li Iraqê rewş sabît nîne û dibe her wext ber bi xerabûnê ve here.
Hat gotin ku Iraq di bin bandora gengeşeyên herêmê de ne, li Iraqê grûbên çekdar hene ku li hemberê hebûna hêzên welatên rojavayiyane û heman grûb ji aliyê baregehên leşkerî û nûnertiyên dîplomatîk yên Îngîltere yên li Iraqê de tehdîdin.
Di daxwuyaniyê de hat gotin heya niha li Iraqê hukumet nehatiye avakirin û dirêjbûna hevdîtinên avakirina hukumetê rewşa asayîşa Iraqê dikare bixe talûkê.
Her weha Îngîltere ji welatiyên xwe xwest ku bi sedema sînorên herêma Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê de tên topbaran û bombekirin, welatî xwe ji sînor dûr bihêlin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin