PeyamaKurd – Rêveberiya Giştî ya Meteoroloji ya Tirkiyê ragihand ku îro Yekşemê li 11 bajarên Bakurê Kurdistanê berfbarîn dest pê dike û hişyariya ketina aşitan hate dayîn.
Saziya Keşnasiya Tirkiyeyê ragihand, li 11 bajarên Bakurê Kurdistanê yên Sêwas, Erzingan, Erzirom, Dêrsim, Xarpêt, Çewlig, Mûş, Erdexan, Agirî, Qers û Meletîyê îro barîna berfê dest pê dike.
Meteorolojiyê ji bo welatiyan hişyariya girtina rêyan ji ber mij, moran, qeşa û aşitan da û xwest kesên derkevin rêyan bi tedbîr tevbigerin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin