PeyamaKurd - Dezgeha Polîsê Federalî ya Amerîkayê (FBI) li ser teqîna şeva Noelê li bajarê Nashville ku wekî Kurdistana Biçûk tê naskirin, wêneyê kesekî gumanbar bi navê Anthony Quinn Warner belav kir.
Li bajarê Nashville li wîlayeta Tenesse ya Amerîkayê sibeha 25ê Kanûnê roja bêhnvedana cejna Noelê teqînek çêbûbû ku beriya teqînê xelk hatibû hişyarkirin daku ji wê derê dûr bikevin.
Ofîsa Lêpirsîna Federal (FBI) derbarê wê teqînê de, wêneyê kesekî bi navê Anthony Quinn Warner belav kir ku tê gotin guman heye berpirsiyarê teqînê ew be ku bixwe tevî otomobîlê xwe teqandibû.
Warnerê ku temenê wî 63 saliye bombe xistibû otomobîla xwe û xwe li gel wê teqandibû ku li gorî FBIyê nasnameya wî piştî pişkînîna DNAyê eşkere bûye.
Hêjayî bibîrxistinê ye, di encama wê teqînê de 3 kes birîndar bûbûn, herwiha ziyan gihiştibû gelek avahiyên nêzîkî cihê bûyerê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin