PeyamaKurd – Komeke çekdar li nehiyeya Cindirêsê hejmareke darên zeytûnên welatiyan birîn.
Li gor çavkaniyeke taybet ji herêma Efrînê diyar kiriye, komeke çekdar li nahiyeya Cindirêsê hejmareke darên zeytûnan yên di navbera her du gundên Gewrika û Feqîra de qut kirine.
Heman çavkaniyê daye zanîn, birîna mêw û darên daristanan li Efrînê berdewam e û li ber çavê desthilatdarên xwecihî û hêzên Tirkiyê tê kirin.
Nehatiye zanîn ku ew darên zeytûnan ji aliyê kîjan koma çekdar ve hatine birîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin