Boko Haram êrîs kir: 9 kustî

Boko Haram êrîs kir: 9 kustî

PeyamaKurd- Li welatê Nîjeryayê rêxistina Boko Haram do êvarê êrîş bir ser du gundên bi navên Amarwa û Kalarî Abdiye ku bi ser bajarê Maşdugurine û di encamê de her du gundan xerab kir, 9 kesan kuşt û 9 kesan jî birîndar kir.

Ji Rêxistina hêzên hevkar (CJTF) Îbrahîm Lîman got: “Çekdarên rêxistinê dema êrîş kirin ser gundan baran dihat û hemû gundî di malên xwe de bûn.”

Ji rêxistina CJTF Babakura Kolo jî weha got: “Dema hêzên Boko Haram avêtin ser gund, gundî tirsiyan û derketin derve lê çekdaran li wan xistin û wan kuştin. Her dû gund ji aliyê êrîşkaran ve bi temamî hatin xerabkirin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin