Almanya dixwaze qanûna hemwelatîbûnê biguhêre

Almanya dixwaze qanûna hemwelatîbûnê biguhêre

PeyamaKurd – Hukumeta Koalîsyonê ya Almanya xwe amade dike da di qanûna hemwelatîbûnê de reformê bike. Bi reformê dixwaze hemwelatîbûna Almanya hêsan bike û ber li welatîbûna ji bo 2 welatan veke.

Niha li gor qanûna Almanya, ji bo kesekî biyanî bibe hemwelatî divê 8 sal li Almanya bijî. Di reforma nû de wê ev wext daxînin 5 salan. Eger rûniştvan serkeftî be wê karibe di 3 salan de bibe hemwelatî.

Li Almanya ji bo kesekî bibe hemwelatiyê Almanya, divê ji hemwelatîbûna welatê xwe derê lê ger ev qanûn di serê salê de derê wê ev şert jî rabe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin