PeyamaKurd – Li welatê Haîtî, piştî serokê dewletê Jovenel Moise di mala xwe de di êrîşekî de hat kuştin, serokwezîrê demkî yê Haîtiyê Claude Joseph rewşa lezgîn an ku awarte îlan kir.
Joseph, di bin serokatiya xwe de, encumena wezîran bi awayeka awarte civand û piştî civînê bo televîzyonê weha got:
“Bi em ewlehiya dewama dewletê bixin bin garantiyê û xelkê biparêzin, me temamê tedbîran dît.”
Di êrîşê de, bi sedema hevjîna Mosie, Martin Moise giran birîndar bû û rewşa wê baş nîne, bo wê her wext balafireka ambûlans amade ye da wê bibin nexweşxaneyeka derfetên wê zêdetir.
Li aliyê dinê bi sedema kuştina Moise û birîndarkirina hevjîna wî, serokê Komara Domînîkê Luis Abinader, sînorê welatê xwe bo Haîtiyê girt.
Serokê dewleta Haîtiyê Jovenel Moise, 53 salî bû. Heya niha li ser kuştina wî agahiyên zelal nehatine dayîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin