Macaristan: “Karadag amade ye bibe endamê Yekîtiya Ewrûpayê”

Macaristan: “Karadag amade ye bibe endamê Yekîtiya Ewrûpayê”

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve û yê bazirganiya derve yê Macaristanê Peter Szijjarto ragihand ku Karadağ amade ye bibe endamê Yekîtiya Ewrûpayê. Szijjarto, di çarçova seredana xwe ya Karadağê de hemkarê xwe Filip İvanovic ziyaret kir.

Szijjarto, ragihand ku YE bi arîşeyên xwe yên aborî û ewlehiyê re rû bi rû ye û pêdivî bi bi enerjî û dînamîzmeka derve heye û weha dewam kir:

“Em bawerin wê ev enerjî ji Rojhilatê Balkanan û welatên ji bo vî karî amade ne, dê were. Ji bo firehbûna YEyê em hêdî hêdî ber bi rojavayê Balkanan ve diçin û wezîfa me ew e ku em lezê bidin pêvajoyê. Endamtiya Karadağê wê gelek destekê bide YEyê. Tewrê hukumeyta me aşkeraye, Karadağ ji bo endamtiyê amade ye.”

İvanovic jî desteka Macaristanê ji bo Karadağê ya ku bibe endamê YEyê, bilind nirxand.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin