Washington Post: Rûsya xwe amade dike da Ûkraynayê îsxal bike

Washington Post: Rûsya xwe amade dike da Ûkraynayê îsxal bike

PeyamaKurd – Rojnama Amerîkî Washington Post nûçeyekî belav kir û di nûçeya xwe de ragihand ku Rûsya xwe amade dike da Ûkraynayê îşxal bike. Washington Post çavkaniya nûçeya xwe li ser tehlîlên yekîneyên îstîxbaratê datîne. Li gor nûçeyê; wê Rûsya bi 175 hezar leşkerên xwe yên li ser sînor daye hev, wê operasyona dagirkirinê pêkbîne.

Li gor DW yê ku ji Washington Postê xebera xwe ragihandiye, Rûsya leşkerên xwe li ser ciyên stratejik bicîhkiriye da di cepheyên cuda de Ûkraynayê dagir bike. Rûsya leşkerên xwe li çar ciyan bicîh kiriye û her carê leşkeran dişine ser sînor û car din bipaş de dadigerîne. Ev jî ji bo şaşkirina hedefêye. Rêvebirekî ji Washington Postê re ragihandiye ku jimara leşkerên ku Rûsya li ser sînor kom kiriye, du carî li yên berê ne.

Wezîrê bergiriyê yê Ûkraynayê Oleksi Resnikov reagihandibû ku ew endîşe dikin Rûsya êrîşê wan bike û êrîşa Rûsyayê di dawiya meha yekê ya sala 2022 an de be.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin