Rojava | Rewsa dawî ya Covid-19 hat eskere kirin

Rojava | Rewsa dawî ya Covid-19 hat eskere kirin

PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê amarên 24 saetên dawî yên rewşa vîrusa koronayê eşkere kir.

Li gorî daxuyaniya îro 28ê Hezîranê ya Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa di heyama 24 saetên dawî de  14 kes bi koronayê ketine.

Hat diyarkirin kesên bi koronayê ketine; li Hesekê: 6, li Qamişlo: 4, li Dêrik: 2, li Reqa: 1 û li Kampa Holê: 1 kes in.

Bi van amarên dawî re li Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketiyan gihîşt 18 hezar û 490 kesan, ya mirinan bû 763 kes û heta niha hezar û 865 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin