PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Abdullahiyan diyar kir ku tu têkiliya Tehranê bi êrîşên li dijî baregehên Amerîkayê yên li Iraq û Suriyeyê re tuneye
Abdullahiyan ji CNNê re axivî û got ku bi temamî şaş e ku êrîşek li dijî hedefên Amerîkayê ji aliyê her komekê li herêmê ve bê delîl bi Îranê ve were girêdan.
Wezîr Abdullahiyan diyar kir ku gelên li erdnîgariya navborî dijîn, li hember geşedanên li Filistînê gelek hestiyar û hêrs bûne, lê belê ji Îranê ferman wernegirtine û bi biryarên xwe tevdigerin.
Emîr Abdullahiya amaje kir ku êrîşên Hemasê yên di 7ê Cotmehê de li dijî Îsraîlê kirin "bi tevahî karê Filistîniyan e."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin