Têkildarî sewata li Soranê 2 kes hatin desteserkirin

Têkildarî sewata li Soranê 2 kes hatin desteserkirin

PeyamaKurd – Rêveberê Rêveberiya Serbixwe ya Soran Helgurd Şeyh Necib ragihand, di çarçoveya lêkolînên bo karesata şewata li Soranê de 2 kes hatine desteserkirin.

Helgurd Şêx Necîb di daxuyaniya xwe ya îro de ragihand, komîsyona ku bi rênmaya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo lêkolînkirina bûyerê hatiye avakirin, dest bi karê xwe kiriye. Wî diyar kir ku wan gotûbêj kir, çi dikare were kirin da ku di pêşerojê de baştir rûbirûyê bûyerên wiha bibin.

"Di civîna me ya îro de, min telîmat da ajansê ku ji lêkolîneke berfireh re li ser bûyerê re vekirî be da ku ger xemsariyek hebe em karibin wê derxin holê." Necîb da zanîn, ji bo hêsankirina xebatên komîsyona hatiye avakirin wê hevkariyê bikin.

Rêveberê Rêveberiya Serbixwe ya Soran amaje bi wê yekê kir ku di bûyera navborî de hejmareke zêde ya qurbaniyan gelek sedem hene û da zanîn, piştî bidawîbûna karê komîsyonê wê hûrgiliyên wê bên ragihandin.

Helgurd Şêx Necîb got, "Bi talîmata Serokwezîr, em ê bi cidî li ser vê mijarê bixebitin û hemû sedemên bûyerê eşkere bikin, da ku hemwelatî hişyartir bibin û tîmên berevaniya sivîl jî bi awayekî baştir karê xwe bikin."

Rêveberê Rêveberiya Serbixwe ya Soran diyar kir, di çarçoveya lêpirsînê de xwediyê avahiya ku şewat lê derketiye û xwediyê dikana mobîlyayê ya li qata binî ya avahiyê hatine binçavkirin.

Di şewata ku îro Înê 8ê Kanûnê di avahiyeke ku xwendekar, mamosta û welatiyên li Rêveberiya Serbixwe ya Soranê tê de diman, derket 14 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin