PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan, di mîtinga partiya xwe ya bajarê Tokatê de axivî û piştî pêvajoya çareseriyê ya têk çûbû cara ewil rêya muxatab girtinê bo DEM Partîyê nîşan da.
Erdogan opozîsyona Tirkiyê ku CHP serî dikşîne rexne kir û diyar kir, “Yên milet ji xwe re weke bar dibînin, yekîtiya xwe ya nav partiyê nikarin pêk bînin ji bo 3-5 şaredariyan bi dest bixin ketine tifaqê bi DEMê re ku ew jî jê kêfxweş dixuyê. DEM ne partî ye amûra rêxistinê ye ku wek partî xwe nîşan dide.”
Erdogan herwiha got ku DEM Partî ne ji navenda xwe ji aliyê pêkhateya tewş a Stenbolê û baronên Qendîlê ve tê birêvebirin.
Di axaftina xwe de Erdogan ji bo DEM Partiyê wekî muxabat bigirin jî mercê xwe eşkere kir û wiha got: “Xwe meşrû nîşandana wan beyhûde ye. Ger hûn dixwazin muxatab bên girtin, xwe îspat bikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin