Sanda PDKê diçe Bexdayê

Sanda PDKê diçe Bexdayê

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şanda Polîtburoya PDKê wê biçe Bexdayê û çend hevdîtinan pêk bîne.

Jêderekî ji Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ji K24ê re diyar kiriye, şandeke partiyê dê biçe paytexta Iraqê Bexdayê û li gel partî û aliyên ku endamê Çarçoveya Hemahengiyê û herwiha hinek berpirsan in, bicive.

Di hevdîtinan de hat zanîn, wê pêkanîna bernameya hikûmetê ya kabîneya Mihemed Şiya Sûdanî, cîbicîkirina yasaya bûdceyê û amadekirina projeya yasaya petrol û gazê bên gotûbêjkirin.

Tê çaverêkirin ku şanda PDKê bi serokatiya Fazil Mîranî ji Hoşyar Zêbarî, Mehmûd Muhammed, Piştîwan Sadık, Fuad Huseyin û çend endamên Polîtburoya din pêk were.

Seroka Fraksiyona PDKê ya Parlamentoya Iraqê Viyan Sebrî eşkere kiriye, îro danê sibê şandeke PDKê hatiye Bexdayê û dê bi rayedarên hikûmeta Iraqê re bicive.

Herwiha hat destnîşankirin, şanda bi serokatiya Serokê Civata Wezîrên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Umêd Sebah wê li ser projeyasaya petrol û gazê gotûbêjan bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin