PeyamaKurd – Welatiyeke Serdeştê ya Rojhilatê Kurdistanê, di dema çûna Yûnanîstanê de, ji ber krîza dil can da.
Li gor raporta Komeleya Rêxistina Mafên Mirova ya Hengawê, di çend rojên borî de jineke penaber a welatiya Serdeştê ya bi navê Mêhrî Nebîzade ya temen 27 salî, di dema çûyîna Yûnanîstanê de, ji ber dûrbûna rê û westandina zêde can daye.
Li gor heman çavkaniyê, Mêhrî Nebîzade li gel hevjîn û du keçên xwe yên 4 salî û 7 salî li sînorê Tirkiyê ve ber bi Yûnanîstanê ve çûn û ji ber dûrbûna rê û westandinê krîza dil derbas kir û can daye.
Hengawê daye zanîn, di heyama 6 mehên borî de herî kêm 11 penaberên Kurd ji Îranê ve ku xwestina xwe bigihînin welatên Ewropa, can dane û ji wê hejmarê jî 9 ji wan xelkê bajarê Serdeştê ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin