Donald Trump, banga pêla sor li alîgirên xwe kir

Donald Trump, banga pêla sor li alîgirên xwe kir

PeyamaKurd- Serokê Berê yê Amerîkayê Donald Trump, ji bo hilbijartinên navberê yên dê li Amerîkayê bên kirin, bi alîgirên xwe re axivî û bang kir ku li ser rengê partiyê, pêleke girseyî çêbikin.

Li gorî nûçeya ku ji aliyê AFPê ve hat belavkirin, Donald Trump di mitînga xwe ya li Pensilvanyayê kir de axivî û got ku

“Heger hûn dixwazin rûxandina li welatê me rawestînin û xewna Amerîkayê rizgar bikin, divê hûn vê sêşemê pêleke girseyî ya sor çêbikin û hûn dengên xwe bidin Komarparêzan.”

Li gorî bendewariyên ku tên kirin, heger Donald Trump di dawiya hefteya sêyemîn a vê mehê de ji bo ku namzediya xwe ji bo Serokatiya Amerîkayê deyne, dibe ku ji vê lezdaniyê sûdê werbigire.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin