PeyamaKurd – Li navçeya Arga ya parêzgeha Meletî ya bakurê Kurdistanê bi lerza 4,4 erdhejek pêk hat.
Li gorî agahiyên ku Serokatiya Rewşa Afetên Lezgîn a Tirkiyeyê (AFAD) bi ser malpera xwe ya fermî belav kir ku îro di demjimêr 20:24ê êvarê de, li navçeya Arga ya parêzgeha Meletiyê erdhejeke bi lerza 4,4 pêk hat.
AFADê da zanîn ku erdhej di 7 kîlometre jêr zemînê de pêk hatiye.
Hate ragihandin ku erdhej, li devera Arga û derdora wê bûye sedema metirsiya erdhejeke din a mezin.
Di derbarê ziyanên canî û malî de heta niha ti agahiyek nehate belavkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin