Hedar Barzanî: Em ê bo cîbicîkirina madeya 140 bixebitin

Hedar Barzanî: Em ê bo cîbicîkirina madeya 140 bixebitin

PeyamaKurd - Parlamentera PDKê ya nû di Parlamentoya Iraqê de Hedar Barzanî ragihand ku li Bexdayê qonaxa bê, qonaxa bergiriyê ye li mafê gelê Kurdistanê. Herwiha diyar dike ku mehrûmkirina Kurdên Êzdî ji Parlamentoya Iraqê û dizîna dengên wan, jenosîdeke din e li hemberî Êzdiyan.

Hedar Barzanî ji malpera PDKê re ragihand: “Çûna me bo Bexdayê tenê ji bo bergiriyê ye li mafên xelkê Kurdistanê, ji ber ku piştî wan hemû karesatên ku ji aliyê hikûmetên Iraqê ve hatine serê miletê me, hêj jenosîd û dijayetiya gelê Kurdistanê berdewam e, lewma jî pêwîst e em biçin Bexdayê ji bo ku em bergiriyê li mafê gelê xwe bikin û ji bo ku em nehêlin ew karesat dûbare bibin.”

Wê parlamentera PDKê wiha got: “Yek ji wan karesatên ku hêj tên serê miletê Kurd, dizîkirina dengên Kurdên Êzdî ye û mehrûmkirina wan e ji parlamentoyê, ku ev yek jî wek jenisîd tê dîtin.”

Hedar Barzanî wiha domand: “Emê hemû hewlên xwe bidin ji bo ku em madeya 140 ya destûrê Iraqê cîbicî bikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin