Mehmûd Biro: Gefên PKK li Herêma Kurdistanê dixwe xwedan armanceka eskere ye

Mehmûd Biro: Gefên PKK li Herêma Kurdistanê dixwe xwedan armanceka eskere ye

PeyamaKurd – Serkirdeyekî Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) diyar dike, PKK dixwaze destkeftên Herêma Kurdistanê ji nav bibe û bi vî rengî şikestina xwe veşêre.

Berpirsê ofîsa ENKSê li Nerwîcê Mehmûd Biro daye zanîn, ew êrîş û gefên ku PKK li Herêma Kurdistanê dike û dixwe, xwedan armanceka eşkere ye; nehîştina destkeftên Herêma Kurdistanê.

Mehmûd Biro herwiha destnîşan kiriye, PKK di warê siyasî de gelekî bin ketiye, ji ber wê jî dixwaze bi wan êrîşan xeletiyên xwe veşêre û ji her kesî re bêje qaşo Başûrê Kurdistanê jî mîna me şikest xwariye.

Wî serkirdeyê ENKSê eşkere kiriye, ewên ku piştevaniya PKKê dikin da ku êrîşî Herêma Kurdistanê bike, Îran, rêjîma Sûriyê û Heşda Şeibî ne. Komên biçûk ên girêdayî PKKê jî dijberiya destkeftên Herêma Kurdistanê dikin.

Bi gotina wî berpirsê ENKSê, PKK piştî ewqas xerabkarî û êrîş, îtiraf dike ku nekariye bigîhê armanca xwe. Ji ber wê jî berê xwe daye Rojavayê Kurdistanê û di bin navên cuda de êrîşî wir dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin