Erdogan 4 mehkûm efû kir

Erdogan 4 mehkûm efû kir

PeyamaKurd – Erdogan ji ber sûcên curbecur cezayên 4 mehkûmên girtîgehê betal kir.

4 mehkûmên ku ji ber sûcên curbecur di girtîgehê de ne, ji aliyê Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ve hatin efûkirin.

Biryarnameya Serokomariyê ya derbarê Efûyê de di Rojnameya Fermî da hat weşandin.

Bi biryarê re cezayê muebbetê Orgeneral Çetîn Saner ku di çarçoveya Doza 28ê Sibatê de cezayê muebbetê girtibû û Mehmet Emîn Alpsoy ê ku di çarçoveya Doza Hîzbûllahê de cezayê muebbetê yê giran xwaribû ji ber "rewşa yextiyarbûnê" hat rakirin.

Di biryarê de herwiha cezayên Nîhat Îlliman ê bi sûcê kuştina bi qestî di girtîgehê de bû û Sedat Çelîkê ku ji ber tiryakê di girtîgehê de bû jî ji ber astengdarbûna wî hat rakirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin