PeyamaKurd – Li Fransayê li herêma Alsasê kesên asteng û kesên li wan dinêrin, agir bi havîngeha wan ketiye û di encamê de heya niha xwe gihandine cesedên 11 kesan.
Li gor ragihandina parêzgeha Haut-Rhinê; li herêmê li bajarê Colmarê li jîngeha Wintzenheimê agir bi xaniyê kesên asteng û kesên wan xwedî dikirin lê diman ketiye. Şewat ber destê siba derketiye.
Tîmên îtfaiyê karibûne xwe zû bigihînin ciyê bûyerê, 17 kesan rizgar bikin û agir vemirînin. Cîgira parêzger Nathalie Kielwasser ragihandiye ku xwe gihandine cesedên 11 kesan.
Serokê Fransayê Emmanuel Macron di ser hesabê xwe yê medya civakî de sersaxiyê ji bo candayiyan da û ji bo tîmên îtfaiyê jî sipasiya xwe kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin