PeyamaKurd – Li navça Sêwerek a bi ser bajarê Rihayê, li taxa Xelîliyê di navbera du grûban de pevçûn derket û sedema pevçûnê nehat zanîn. Di pevçûnê de kesên bi navên F.D.(48) û S.D.(48) birîndar bûn.
Li ser bûyerê tîmên tenduristiyê û polîsan çûn ciyê bûyerê. Bi ambûlansan birîndaran birin nexweşxana dewletê ya Sêwerekê. Hat ragihandin ku rewşa birîndaran baş e.
Polîs ji bo ew kesên tevlî pevçûnê bûnewan bigre dest bi operasyonê kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin