Serokwezîr Barzanî pêswazî li balyozê Tirkiye yê Iraqê kir

Serokwezîr Barzanî pêswazî li balyozê Tirkiye yê Iraqê kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Yekşemê 9ê Cotmehê, pêşwazî li Balyozê Tirkiyê yê li Iraqê Alî Riza Guney kir.

Piştî civînê hat ragihandin ku di hevdîtinê de, gotûbêj li ser rewşa giştî ya Iraqê, hewlên pêkanîna hikûmeta nû û bidawîanîna xitimandina siyasî û pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê hatine kirin.

Hat diyarkirin ku di civînê de, behsa mijarên pêşvebirina pêwendiyên dualî, bi taybetî di warê aborî û bazirganiyê de hatiye kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin