PeyamaKurd – Rojnamevan û hunermendê naskirî li Hewlêrê Şivan Şêrzad îro Çarşemê ji ber nexweşiyê koça dawî kir.
Kurê Şêrzad Ebulrehman, Şivan Şêrzad, wefata bavê xwe belav kir û ragihand, ji ber nexweşîyê îro çûye ser dilovaniyê.
Şêrzad Ebdulrehman sala 1958an li taxa Teyrawe ya Hewlêrê ji dayîk bûye. Di sala 1970an de li Radyoya Kurdî ya Bexdayê bi strana Doste Doste ketiye nav cîhana huner û muzîkê.
Piştre çend stranên din belav kirine ku strana Lîmo Hey Lîmo di radyo û televizyonê de hatiye belav kirin. Herwiha 24 pirtûk nivîsandine û di dîroka xwe ya rojnamevanî de jî gelek berpirsyarî wergirtine wek; sernivîserê kovara Herêma Kurdistanê, rêveberê nivîsîna heftenameya Hawkarî, rojnameya Xebat û Birayetî.
Herwiha bi sedan nivîs û gotarên Şêrzad Ebdulrehman di rojname û kovarên Kurdistanê de hatine weşandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin