PeyamaKurd - Li bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê otobûsa karkeran a li Herêma Pîşesazîya bajêr li barhilgirekê qelibû û 15 karker birîndar bûn.
Hat zanîn ku servîsa karkeran a ku karker dibirin herêma pîşesaziyê li TIRekê qelibî û wergeriya.
Herwiha du otobûsên servîsên karkeran ên din jî li wesayîta qeza kiribû qelibûn û bi giştî di qezayê de 15 karker birîndar bûn û ew bo nexweşxaneya bajêr hatin veguhestin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin