Ji bo Demirtas 20 sal ceza tê xwestin

Ji bo Demirtas 20 sal ceza tê xwestin

PeyamaKurd – Di dozeke li Dadgeha Mersinê ya Aslîye Ceza ya 14emîn de, ji ber axaftinên mîtingan ên Selahattîn Demirtaş ên di salên 2015-2016an de, 20 sal cezayê girtîgehê tê xwestin.

Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş ji sala 2016an ve li Girtîgeha Edirne girtî ye û ji ber xebatên wî yên siyasî hejmarek doz jî li ser dewam dikin.

Hate ragihandin ku Demirtaş sibe 5ê Kanûnê bi rêya SEGBÎSê derdikeve pêşberî Dadgeha Asliye Ceza ya 14emîn a Mersinê ku ji ber çend axaftinên wî yên mîtîngên salên 2015-2016an doz li ser hatine vekirin. Di doznameya dadgehê de, ji bo Demirtaş 20 sal cezayê girtîgehê tê xwestin.

Hate diyarkirin ku Demirtaş li ber pêşberî dadgehê sibe parastina xwe dike û tê çaverêkirin di rûniştina sibe de biryar bê dayîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin