PeyamaKurd- Seferên trênan yên di navbera Delhi ya Hindistanê û Lahora Pakistanê hatin rawestandin. Serokê rêyên hesin yê Pakistanê Şêx Raşid Ahmad tişteka balkêş got:
“Heya ez serokê rêyên hesin bim, wê ev rêyên han ti carê venebin. Mehên pêşiya me gelek girîngin. Dibe ku şer derê. Em şer naxwazin lê eger şer derê, dê ev bibe şerê dawiyê.”
Şêx Ahmed di civîna çapemeniyê de ragihand ku piştî Konseya Netewî ya Hindistanê otonomiya Keşmîrê rakir, di çarçoveya dorpêçan de seferên trênan jî hatin rawestandin. Bi sedema ku cejna Qurbanê nêz dibe, vagonên Samjhotayê wê li ser seferên îlawe yên xetan bên belavkirin.
Xeta seferên navbera Lahor-Amritsar-Delhiyê di sala 1976an de hat vekirin û heya niha di dewra her nexweşînên navbera her dû dewletan de, carna qismen û carna bi temamî dihat girtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin