Iraq | Înfaza 340 mehkûmên îdamê hat pesendkirin

Iraq | Înfaza 340 mehkûmên îdamê hat pesendkirin

PeyamaKurd – Li Iraqê biryara înfaza 340 girtiyên ji ber tawanên teror û kuştinê bi îdamê hatine mehkûmkirin hat pesendkirin.

Ev biryar piştî êrîşa DAIŞê ya xwekujî ku li Bexdayê pêk hat hatiye standin ku 35 kesan can dabû 110 kes jî birîndar bûbûn.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Iraqê, rayedarekî Serokomariya Iraqê ragihandiye ku piştî rêyên hiqûqî û temyîzê bi dawî bûne, li ser dosyeyên wan kesên mehkûm bûne biryara înfazê hatiye dayîn.

Hat diyarkirin ku ew 340 kesên bi îdamê hatine mehkûmkirin di çarçoveya yasaya têkoşîna dijî terorê madeya 4an de hatine darizandin û piraniya wan çekdarên DAIŞê ne ku beşdarî çalakiyên terorî bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin