Li Rojavayê Kurdistanê 80 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin

Li Rojavayê Kurdistanê 80 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin

PeyamaKurd Li Rojavayê Kurdistanê, 80 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin û 2 kesan jî can dan.

Li gor Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand, di 24 saetên dawî de 2 kesan bi Koronayê can dan. Yek ji wan li Qamişlo û yê din li Amûdê ye.

Dr. Ciwan Mistefa diyar kir, 90 kesên din jî bi vîrûsa Koronayê ketine. 23 kes li Hesekê, 26 kes li Qamişlo, 17 kes li Dêrikê, 7 kes li Girkê Legê, 2 kes li Amûde, 2 kes Dirbêsiyê, 1 kes li Rimêlanê, 1 kes li Çilaxa û 1 kes li Til Temirê.

Herwiha Dr. Ciwan Mistefa  destnîşan kir, di nav 24 seatan de 17 kes jî baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê vîrûsa Koronayê ketine gihişt 1919 kesan, ji wan 503 kes baş bûne û 71 kesan jî can dane.

 

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin