Li Awustralyayê, 2 helîkopter li hev ketin: Mirî û birîndar hene!

Li Awustralyayê, 2 helîkopter li hev ketin: Mirî û birîndar hene!

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji qada fermî ya Avustralyayê hatin ragihandin, li eyaleta Queenslandê, 2 helîkopter li asîmên li hev ketine û di encamê de mirî û birîndar hene.

Di agahiyên li ser bûyerê hatin dayîn de hat diyarkirin ku di vê qezayê de 4 kes mirine û 3 jê bi giranî, 9 kes birîndar bûne.

Rayedarê Ewlehiyê yê Queenslandî Gary Worrell, hûrgiliyên qezayê ragihand û diyar kir ku bûyer li berava Main Beachê ya bajarê Gold Coastê çêbûye û bi saeta herêmî, saet di 13:59an de pêk hatiye.

Hat diyarkirin ku ev kesên mirî û birîndar, hemû ji helîkopterekê ne.

Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku tîmên rizgariyê û agirkujiyê li cihê bûyerê xebatên xwe dane destpêkirin û di derbarê qezayê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin