Barzanî: Karê herî serekî yê hikûmetê sîstema tenduristiya modern e

Barzanî: Karê herî serekî yê hikûmetê sîstema tenduristiya modern e

PeyamaKurd - Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, bingeh girtina sîstemeke tenduristiya pêşketî û modern karê herî serekî yê hikûmetê ye.

Nêçîrvan Barzanî îro 1ê Gulanê li Konferansa Tenduristî û Pêşangeha Bijîşkî li Herêma Kurdistanê ku bi sponsoriya medyayî ya Kurdistan24ê tê lidarxistin axaftinek kir.

Nêçîrvan Barzanî zanistî ya bijîşkî ya li Hewlêrê de ragehand, hikûmet li gor şiyana xwe berdewam hewl dide nirx û baha bide sektora tenduristiyê.

Nêçîrvan Barzanî behsa zêdebûna nexweşxane û binkeyên tenduristiyê li Herêma Kurdistanê kir û got, bingeh girtina sîstemeke tenduristiya pêşketî û modern li herêma Kurdistanê karê serekî yê hikûmeta herêma Kurdistanê ye.

Barzanî wiha axivî: “Ji 26 nexwaşxaneyên li herêma Kurdistanê, hikûmetê ew hejmar gihandiye 76 nexwaşxaneyan û binkeyên tenduristiyê jî hejmara wan gihiştiye 967 binkeyan. Hejmara xewgeh û qeroleyên nexweşxaneyan ji 3.731 zêde bûne û gihîştine 7.805 xewgehan û hejmara bijîşkên li herêma Kurdistanê jî ji 826 bijîşkan gihîştiye 6.814 bijîşkan.”

Nêçîrvan Barzanî herwiha got, li sê parêzgehên Hewlêr, Silêmanî û Duhokê jî 47 nexweşxaneyên taybet hatine vekirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin