Li Rojavayê Kurdistanê keçek 20 salî di nav de 3 kesan ji ber Koronayê can dan

Li Rojavayê Kurdistanê keçek 20 salî di nav de 3 kesan ji ber Koronayê can dan

PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê îro Înê, 3 kesên din ji pêketiyên Koronayê can dan, ku yek ji wan kesan keçeke 20 salî ye.

Bi daxuyaniyekê Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand, ji wan 3 kesan kesek li Hesekê, kesek li Qamişlo û kesek jî li Şehbayê ye.

Herwiha Ciwan Mistefa destnîşan kir, jineke 56 salî li Hesekê, keçeke 20 salî li şehba û zilameke 45 salî li Qamişloyê bi Koronayê can dane.

Bi van sê kesan re, hejmara kesên ku bi sedema Koronayê li Rojavayê Kurdistanê can dane, gihîşt 48 kesan.

Heta do jî bo 3 rojan tu haletên mirina bi sedema Koronayê li Rojavayê Kurdistanê nehatibû tomarkirin.

Roja borî li navçeyên Rêveberiya Xweser 45 kes bi vîrusa Korona ketibûn, ku 11 kes li Dirbêsiyê, 9 kes li Qamişlo, 7 kes li Hesekê, 7 kes li Girkê Legê, 6 kes li Dêrikê, 3 li Şehbayê û 2 kes jî li Rimêlanê bûn.

Li Rojavayê Kurdistanê heta niha 738 kes bi Koronayê ketin, ku 238 kes ji wan baş bûne û 48 kesan jî can dane

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin