PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li eyaleta Nîger ya welatê Afrîka Nîjeryayê komeke çekdar êrîşî cihê mayîna xwendekaran kirin û 26 xwendekar û 4 mamosta revandin.
Hat zanîn ku îro 17ê Sibatê danê sibehê li gorî dema Afrîkayê, li herêma Kagora ya eyaleta Nîger ya Nîjeryayê komeke çekdar êrîşî cihê razanê yê xwendekaran kiriye û li gorî agahiyên destpêkê 26 xwendekar û 4 mamoste hatine revandin.
Li gorî zanyardiyan hejmarek xwendekaran karîye birevin û nekevin destê çekdaran.
Piştî bûyerê, hêzên ewlekariyê ji bo herêmê hatine veguhestin.
Çekdarên rêxistina Boko Haram ku weke baskê DAIŞê yê li Nîjeryayê ye, gelek caran êrîşên bi vî awayî pêk anîne ku hîn derbarê êrîşê de ti daxuyaniyek nedane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin