PeyamaKurd- Dewleta Misrê li Lîbyayê destekê dide general Hafter û li ser sînorê navbera xwe û Lîbyayê bi navê “2020 a bi biryar” dest bi tatbîqatê kir. Çapemeniya Misrê ragihand ku tetbîqat li dijî Tirkiyê têkirin. Ragihandina destpêka tetbîqatê ji aliyê televizyona El Qahîre Wel Nas de hat kirin. Çapemenî ragihand ku li hemberê tetbîqata Tirkiyê ku li rojhilatê Derya Sipî kiribû, ev tetbîqat têkirin.
Serokkomarê Misrê Sîsî gotibû eger pêwist be Misir dikare li derveyê welatê xwe wezîfeya leşkerî bike. Sîsî hem gotibû ku bo hukumeta Lîbyayê ya ku rewa tê qebûlkirin, bajarên Sirte û Cûfrayê Xetta Sore û divê artêşa Lîbyayê ji wê xettê derbas nebe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin